Hikûmeta Iraqê teqînên Hewlêrê şermezar kir

Ajans-Bexda/ Şewirmendê Serokwezîrê Iraqê ragehand ku, hikûmeta Iraqê teqînên Hewlêrê şermezar dike.
Duhî yekşema 29/9/2013 Şewirmendê Serokwezîrê Iraqê Elî Mûsewî ragehand ku, ew weke hikûmeta Iraqê êrîş ser asayîşa Hewlêrê bi tundî mehkûm û şermezar dikin.
Çavkanî eşkere kir ku, aloziyên Sûriyayê bandor li ser tevahiya deverê kiriye û mimkune teqînên Hewlêrê jî beşek ji bandora kirîza Sûriyayê bin




