26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

UN teqînên Hewlêrê şermezar kir

Çavkanî: KDP.info

Ajans-KDP.info/ Nûnerê sekreterê giştîyê Neteweyên Yekgirtî li Iraqê Nîkolay Mîladînov teqînên îro yên bajarê Hewlêrê şermezar kir û daxawz ji berpirsên hikûmeta herêma Kurdistanê kir ku kar bo garantîkirina tenahî û asayişê bikin û bikerên evan êrişan jî radestê dadê bikin.

Di beyannameyekê de nûnerê sekreterê giştîyê Neteweyên Yekgirtî ragihandiye, ku ev êrişane yên îro yên bajarê Hewlêrê ew toşî şokê kirine û wî hest biu du dilî kiriye.

Nîkolay Mîladînov serxweşîyê aratseyê kesûkarên qurbanîyan û hikûmeta herêma Kurdistanê kiriye û daye xuyakirin, ku bo maweyeke dirêj bû ku di jêr nîimeta tenahî û asayişê de bûn û daxawz ji desthilatdarên herêmê dike ku kar bo garantîkirina tenahî û asayişê bikin û bikeran jî radestê dadê bikin

Nûçeyên têkildar