25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Îtaliya jîngeh û xwzaya Kurdistanê diparêze

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info/ Behroz Mihemed pêşwazî li şandeyeke sandîkaya Geologiya yên Îtaliyayê ku, ji hijmareke şareza û pisporên îtaliyayî yên warê geologî û jîngehê pêkhatibû kir û çend pirsên di warê parastina jîngeha Kurdistanê  de gotûbêj kirin.

 

Şandeya mêvan hizira cîbicîkirina pirojeyekî li devera Qeredaxê ku bi navê ”Geopak” tê naskirin, bi waliyê Silêmaniyê re gotûbêj kir û ev pirojeye dê di warê geologiya, xweza, jîngeh, giyandar, kultur û şûnewarên deverê de lêkolînan bike û hewil bide bi rêya UNESCO hemû taybetmendiyan biparêzin û bi cîhanê bidin naskirin.

 

Şandeya mêvan got jî ku, xewza û geologiya Kurdistanê gelek taybetmendiyên xwe hene ku, heta nuha dest lê nehatiye dan û lêkolîn li ser nehatine kirin û cîhan li ser nehatiye agadar kirin û ew pirojeye dikare aliyên veşatiyên xweza û jîngeha Kurdistanê diar bike û bi cîhanê bi de naskirin.

 

Waliyê Silêmaniyê jê tekîd kir ku, xwezaya Kurdistanê gelek zengîn e lê pêwîstî bi lêkolînên zanistî heye û got ku, hikûmeta herêma Kurdistanê amadeye alîkariya pirojeyê şandeya Îtaliyayî bike.

 

Ew pirojeye dê wê deverê bi cîhanê bide naskirin û tûrîst dê serdana herêmê bikin, ji bilî vê jî ew dever dê bikeve jêr parastina Neteweyên Yekgirtî û rêxistina UNESCO

Nûçeyên têkildar