26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Romaniya di nava 15 rojan de vîzayê dide hevwelatiyên Kurdistan

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info/ Waliyê Silêmaniyê digel cîgira serokê konseya tûrîzmê a Romaniyayê civiya û mekanîzma hevkariya navbera Romaniya û Kurdistanê a di warê pêşxistina sekrora tûrîzmê li herêma Kurdistanê hat minaqeşe kirin.

Di civînekê de digel Merela Mateçesko cîgira serokê konseya tûrîzmê a Îtaliyayê de, Behroz Mihemed waliyê Silêmaniyê got:

- Di warê topografî, kulturî, aborî û emnî de wîlayeta Silêmaniyê ji bona sermayerazandina di warê tûrîzmê de minasibtirîn dever e, lê ji aliyê pisporî û şarezaya di warê tûrîzmê de me kêmasî hene û di vê çarçoveyê de pêwîstiya me bi pisporiya Romaniyayê a di warê pîşesaziya tûrîzmê de heye.

Waliyê Silêmaniyê got jî ku, hevwelatiyên Kurdistanê û xelikê Silêmaniyê di warê aborî de rewşa wan başe û xwesteke wan bo seferên dervey welêt heye:

- Em daxwazê ji hikûmeta Romaniyayê dikin ku, di warê pêdana vîzayê bi hevwelatiyên Kurdistanê de hêsankariyan bike geştên dîrektên navbera Silêmaniyê û Romaniyayê de dest pê bikin.

Cîgirê serokê konseya tûrîzmê a Romaniyayê eşkere kir ku, di pilana wezareta tûrîzmê a Romaniyayê de ye li Kurdistanê pilana domdirêja nasandina tûrîzma welatê xwe bo Rojhilata Navîn dest pê bike û got ku, Silêmanî bajarekî ciwan e ji bajarên din yên Îraqê vekirîtir e.

Wê got jî ku, di warê pêdana vîzayê jî de herêma Kurdistanê dê taybetmendiya xwe hebe û ew hevwelatiyên Kurdistanbê yên dixwazin serfera bo Romnaoyayê bikin dikarin di nava 15 rojan de vîzayayê werbigirin

Nûçeyên têkildar