Nêçîrvan Barzanî peyama sersaxiyê gihand Turk û Baydemir

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê, bi minasibeta wefakirina birayê wî yê mezin, bi telefonê peywendî bi Ehmed Turk perlamenterê parlamentoya Tirkiyeyê û hevserokê KCKê kir û peyama xwe ya sersaxiyê bi wî û malbata wî gihand û hevxemiya xwe pê re parve kir.
Her wesa, bi minasibeta wefatkirina dayîka Osman Baydemir serokê şarederiya mezin a Diyarbekirê, Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê tekefona Baydemir kir û peyma xwe ya sersaxiyê bi wî û nalbata wî gihand û hêvî kir ku,ev nexweşiya dawiyê a malbata wî be.
Ehmed Turk û Osman Baydemir sipasiya Nêçîrvan Barzanî kirin ku, hevsozî û hevxemiya xwe bi wan re parve kirî




