UN, 103 hezar penaberên Sûrî li ba me hatine tomar kirin

Duhî Netewên Yekbûyî (NY-UN) ragehand di encama berdwamiya tundiyê li Sûriye hejmara penaberên li welatên derdora Sûriye gehîşte 103 hezar penaber li Iraq, Urdin, Libnan û Tirkiyê wate 10 hezar penaber zêdetir di demê 15 rojan de.
Di vê barê de ajansa Mîdyanews belavkir ku nivîsîngeha hemahengiya harîkarên mirovî ser bi UN gehîşte encama dawî ku “Hejmara Sûriyên ku berê xwe didin welatên cîran bi lez zêde dibe”.
Herweha got, “Bêtirî 103 hezar Sûrî hene wek penaber hatine tomar kirin, yan jî harîkariyan ji Iraq, Urdin, Libnan û Tirkiyê werdigrin û ev zêde bûna jî nêzîkî 10 hezar kese ji 21 meha Hizêranê de”.
Her di vê barê de UN xuya kir ku 1.5 milyon kes di nav Sûriye de pêwîstiya wan bi harîkariyê mirovî heye.




