30 leşker û efserên ewledarîya koşka komarî ya li bajêrê Laziqîyê veqetîyan

Duh Çalakvanên sîyasîyên Sûrîya ragihand, ku nêzî 30 efser û leşker ji hêzên ewledarîya koşka serokatîyê hatin veqetandin, ku ew jî bi ser hêzên berevanîya koşka serokatîyê ya li bajêrê Lazîqîyê ne.
Di evê bareyê de li gorî malpera "Alarabiya", bêjedara navenda ragihandina Sûrî "Sîma Melekî" ragihand, ku veqetînên mezin di yekeyên supayên nêza koşka komarî li bajêrê Laziqîyê hatin encamdan.
Herweha got, evan ji mêj ve veqetîbûn belê niha hatin ragihandin, ku hejamra wan jî digihe 30 serbaz.




