Êran û Emerîka dest bi pêvajoka nû kirin

Êran-KDP.info/ Seredana serok komarê Êranê ya bo Emerîka û kombûnên wî li gel berpirsên rojava û peyundiya telefunî ya di navbera serok komarê îran û Emerîka bûye cihê gengeşa çavdêrên siyasî û rohanî dibêjît: Emerîka helwestê xwe li hember Êranê guhorî ye û em bi hêvîne ku hemû arîşeyên me li gel Emerîka û rojava bi rêya danustandinê bihêne çarekirin.
Welî Şahiruxî mamostayê zanistên siyasî li zankoya Urmiyê bo rojnama evro diyar kir niha li Êranê hemû kes û aliyek li ser seredana rohanî û herwesa destpê kirina peywendiyan di navbera Êran û Emerîka daxivin û raya giştî ya Êranê gelek dilxweşe ku peywendiyên Êran û Emerîka siruştî bibin û got: (piştî 34 salan bo cara yekê ye ku her du wezîrên der ve yên Emrîka û Îranê pêk ve di kombûnekê da sebaret bi çarekirina pirsên di navbera her du welatan da gengeşe dikin û li Aliyê dî bo cara yekê ye serok komarên îran û Emrîka bi rêya telefunê li ser çarekirina pirsa etomî ya Îranê û gelek pirsên dî gengeşe kirine).
Navihatî di berdewamiya axivtina xwe da amaje bi vê yekê kir ku demê serok komarê Êranê Hesen rohanî vegerî Tehranê pirês konfransek dirust kir û di pirês konfransê da sebaret bi seredana xwe û peyundyên di gel berpirsên Emerîka axivî û rohanî diyar kir helwîstê Emrîka li hember Îranê wek caran nemaye û hatî ye guhorîn û di axivtina barak obama ya li kombûna netewên yekgirtî û herwesa di peywendiya telefunî da jî min ew dît û got: (bêguman niha ew hêz û îrada Îranê heye ku hemû pirsên xwe li gel Emrîka û welatên rojava bi rêya danustandinê çare bike û hevdîtinên me yên li gel berpirsên Ewropa û Emerîka bo vê meremê pênigavek giring bûn û me divêt pirsa etomî û gelek pirsên dî çare bibin).
Li Aliyê dî wezîrê der ve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf jî li ser laperê feyisbûka xwe diyar kir cîhana me ya evroke hatî ye guhorîn û çu mifaya wê yekê nîne em xwe ji cîhana der ve cuda bikin û ji ber wê yekê jî rohanî dest bi stiratîjiyeka mezin kirî ye û dê peywendiyên me li gel Emerîka û rojava asayî bibin




