Li hember piştivanîya xwe ji bo Malikî, Îran daxwaza redestkirina 166 endamên rêxistina "Mucahîdîn El Xeliq" dike

îro yekşemê jêderekî fermî regihand, ku hukûmeta Îranê daxwaza serokê wezîrên Iraqê " Nûrî Malikî" kiriye nêza 166 kes ji ebdamên rêxistina " Mucahîddîn El-Xeliq" dijberên Îranê radest bike li hember piştivanî kirina wî di evê rewşê de.
Di evê derbarê de li gorî ajansa " Akanews" evî jêderî weha jî ragihand, ku di seredana Nûrî Malikî ya hefteya çû ya bo Îranê, berpirsên Îranî daxwaza jê kirin ku nêza 166 kes ji ebdamên rêxistina " Mucahîddîn El-Xeliq" û hinek ji wan jî jin in radestî Îranê bike.
Herweha jî got, Îran dixweze sûdê ji evê alozîya niha ya Iraqê û nekokîyên Malikî digel Hevpeymanîya Niştimanî û "Mesûd Barzanî" serokê herêma Kurdistanê û Eyad Ellawî serokê lîsteya Iraqîyye werbigire, da ku Malikî neçar bibe û bi lez evê daxwazê cih bi cih bike li hember piştivanîya Îranê bo mana wî li posta serkotîyê.
Evî jêderî weha jî da xuyakirin, ku hinek ji mîlîtanên Şî'e bi hemahengîya Supayê Qudsa Îranê dest bi revandina serkirdeyên Mucahîddîn El-Xulq ên li kampa Eşref kirine.




