25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Şaciwana Kurdistanê a 2013`an hate hilbijartin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info/ Duyemîn şahciwana Kurdistanê hat hilbijartin. Vê carê keça herî bedew a Kurdistanê ji bajarê Silêmaniyê hat hilbijartin.

 Di pêşbirka şahciwaniyê ya sala 2013 a Kurdistanê de ku şeva borî li Hewlêrê hat sazkirin, ji nav 12 keçan de keça bi navê Fênik Mihemed wek şahciwana Kurdistanê ya 2013 hat hilbijartin.

 Di merasimê de gelek hunermendên kurd û biyanî, berpirsên hikûmetê û welatî beşdar bûn.

 

Piştî ku şahciwana Kurdistanê ya sala 2013 hat hilbijartin şahciwana Kurdistanê ya 2012 Şênê Ezîz taca xwe danî serê Fênik Mihemed û pîrozbahî lê kir.

 

Fênik Mihemed sala 1988 li bajarê Silêmaniyê yê Herêma Kurdistanê ji dayik bûye û li welatê Swîsre dijî. Giraniya Fênikê 60.4 kg e.

Nûçeyên têkildar