El Partî bang li saziyên navdewletî kir bo şopandina rewşa girtiyan wan li Efrînê

Rojavayê Kurdistanê-KDP.info/ Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (El Partî) ragihand, heta niha 500 endam û alîgirên wê ji aliyê hêzên asayişa PYDê ve hatine girtin. El Partiyê bang li civaka navdewletî kir, lêjneyek bêalî ji Xaça Sor û Pijîşkên Bêsînor bo şopandina rewşa girtiyan wan bişînin herêma Efrînê ya rojavayê Kurdistanê.
Rêxistina Efrînê ya El Partiyê duh (27.09.2013) di daxuyaniyekê de ku li ser malpera fermî yaw ê partiyê hatiye belavkirin, ragihand, di çend rojên borî de herî kêm 500 endam û alîgirên wan li devera Efrînê ya rojavayê Kurdistanê ji aliyê hêzên asayişa PYDê ve hatine girtin.
Li gorî daxuyaniyê, beriya niha jî 30 kadroyên El Partiyê ji aliyê hêzên PYDê ve hatibûn girtin.
Di beşek din a daxuyaniya El Partiyê de, berpirsê navenda pêwendiyên El Partiyê Seîd Omer diyar kir ku PYD li hember jiyana hemû endam û alîgirên wan berpirsiyar e û wiha gotiye: “Em bang li hemû kes û aliyên şerefmend dikin ku fişerê bixin ser PYDê da ku van nêzîkbûnê xwe bide sekinandin.”
Rêxistina Efrînê ya El Partiyê her wiha bang li saziyên mafên mirov û civaka navdewletî dike ku lêjneyek bêalî ji Xaça Sor a Navdewletî û Pijîşkên Bêsnor pêk bînin û bo şopandina rewşa girtiyan bişînin devera Efrînê.
Rêxistina Efrînê ya El Partiyê roja (26.09.2013) jî ragihandibû, ji ber êşkencekirina hêzên asayişa PYDê, du encamên wan bi navê Siyamend Îbrahîm û Cêgir Hemo lal bûne.
Di heyama 2 mehên borî de zêdetirî 100 endamên El Partî, Partiya Azadî û saziyên sivîl ên rojavayê Kurdistanê ji aliyê hêzên asayişa PYDê ve hatine girtin. Rûdaw




