Helbijartinên herêma Kurdistanê waneyek bo dîmokirasiya rojihelata navîne

Rojnama Evro/ Dezgehên ragehandinê yên cîhanê bi giringî behsê serkevtina pirosêsa helbijartinan li herêma Kurdistanê kirin û wek pêşkevtineka mezin li qelem dan û diyar kirin heta niha li çu welatekê rojihelata navîn helbijartan wesa bi başê birêve neçûyne û ew helbijartin waneyeka giringe bo dîmokirasiya rojihelata navîn û herwesa piraniya dezgehên ragehandê behsê wê yekê jî kirin ku partî dîmokirasî Kurdistan dê serkevtiyê yekê yê helbijartinan be.
Rojnama Elmanî ya dî wêlit di raporta xwe ya serekî da behsê serkevtina pirosêsa helbijartinan li herêma Kurdistanê kir û ragehand ku helbijartin bi rengekê baş birêve çûyne û astê pişkdariya xelkê di helbijartinan da gelek baş bûye û helbijartinên herêma Kurdistanê ji yên gelek welatên rojihelata navîn baştir birêve çûyne.
Ajansa BBC jî di raportekê da behsê helbijartinên herêma Kurdistanê dike û diyar dike ku sereray ezmûna kêm ya desthelatdariya kurdî li herêma Kurdistanê lê sîstemê helbijartinan gelek rêk û pêk bûye û rêjeya pişkdariya xelkê jî gelek baş bûye û li gor çavdêrên me li wêrê behs dikin partiya dîmokirat ya Kurdistanê ku Mesud Barzanî serokatiya wê dike dê piraniya kursyên perlemanî bidestive bînît.
Ajansa Faris News jî çendîn raport sebaret bi helbijartên perlemanê Kurdistanê belav kirin û ajansa faris news amaje bi vê yekê dike ku di helbijartinan da çu arîşe dirust nebûn û xelkê Kurdistana îêraqê bi giştî ji şêweyê helbijartinan û encaman di razî ne û her çend heta niha encam bi temamî nehatine ragehandin lê encamên destpêkê amaje bi serkevtina partiya dîmokirat ya Kurdistanê dikin ku renge bişêt pitir ji 40 kursiyan bidestive bîne.
Rojnama Şeriq Elawset jî di raportekê da diyar kir ku pirosêsa helbijartinên perlemanê Kurdistanê di heweka dîmokiratî da birêve çû û bi serkevtina partî dîmokiratî Kurdistan bi dûmahî hat.
Rojnamên Radîkal û Milliyet û Huriyet yên turikiya jî cihekê taybet da helbijartinên perlemanê Kurdistanê û rojnama Radîkal behsê wê yekê dike ku Mesûd Barzanî di demê bûrî da şiyaye li Kurdistanê xizmetên mezin bo yeketiya navimala kurdî bike û herwesa Nêçîrvan Barzanî serokê hikûmeta herêma Kurdistanê jî wek endaziyarê avedaniya Kurdistanê dihête niyasîn û ji ber wan fakteran jî dihêne pêşibînî kirin ku partî dîmokiratî Kurdistan bişêt hijmarek zêde kursyên perlemanê bidestive bînît û bibîne hêza yekê û renge goran bibe hêza dwyê û ew yek jî nîşa didet ku dê pirosêsa siyasî li herêma Kurdistanê ber bi arasteyekê dî ve biçît, rojnama Miliyet behsê wê yekê dike ku helbijartinên herêma Kurdistanê divêt bo welatên dî yên rojihelata navîn bibine waneyek bo pêşvebirina dîmokirasî û pêk vejiyanê




