Serokatîya Herêma Kurdistanê şermezarîya teqînên herdu bajêrên Dîwanîye û Kerbela dike

Serokatîya Herêma Kurdistanê şermezarîya teqînên herdu bajêrên Dîwanîye û Kerbela dike
Serokatîya herêma Kurdistanê di ragihandekê de bi şermezarîya êrişên terorstîyên hovane bi ser herdu bajêrên Kerbela û Dîwanîye dike ku tê de hevwelatîyên sivîl kirine armanc.
Di evê ragihandinê de hatîye, ku pir bi esef û diltengî nûçeya êrişên terorstîyên hovane bi ser herdu bajêrên Kerbela û Dîwanîye gihaye me ku di derheqa hevwelatîyên sivîl de hatibû encamdan û di encamê de bi sedan kes birîndar û şehîdbûn.
Bê guman ev êrişên terorstîyên han armanca wan diristkirina fitneyeka tayfî navbera pêkhatên gelê Iraqê ye, ji ber evê çendê gerek hemû alî hev bigirin û li hember evan corên pîlanan rawestin.
Em li serokatîya herêma Kurdistanê bi dijwarî ev êrişên terorstîyên hovaneyên han riswa dikin, ku bi derheqa hevwelatîyên sivîl hatîye encam dan, em serxweşîyê jî li malbatên qurbanîyan dikin, daxwaza xwedayê mezin dikin ku sebrekê bide û şehîdan bi beheşta berîna xwe şad bike û em hêvîya çêbûna birîndaran dixwezin.
Serokatîya Herêma Kurdistanê




