26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Li Bajêrê Hewlêrê Rêxistina Aştîya Cîhanî nivîsgeha xwe vesike

Çavkanî: KDP.info

Biryar e rêxistina aştiya cîhanê nivîsgeha xwe li Hewlêrê veke û konferansa xwe ya salane li Herêma Kurdistanê saz bike.
Duhî êvarê 4/07/2012 li gorî rojnama Rudaw, şandeka bilind a rêxistina aştiya cîhanî ya bi ser Neteweyên Yekbûyî NY ku ji serokê evê rêxistinê Yan Cîm Kîn û endamê desteya serokayetiya evê rêxistinê Can Dixon û çend endamên evê rêxistinê pêk hatibû serdana parlamentoyê kir û ji aliyê cîgirê serokê parlamentoya Kurdistanê Hesen Mihemed Sûre û serokê komîteya pêwendiyan û çend serok û nûnerên frakisyonên parlamentoyê pêşwazî li şanda rêxistina aştiya cîhanî hat kirin.
Serokê rêxistina aştiya cîhanê Yan Cîm Kîn ragihand: “Em bi niyet in konferansa bê ya rêxistina xwe li Herêma Kurdistanê girêbidin û nivîsgeha rêxistina xwe jî li Hewlêrê vekin li ser biwarên hevkariya di navbera olan de û bihêztirkirina jiyana malbatî û kultûra xizmetguzariyê.”
Berpirsên rêxistina aştiya cîhanê ecêbmayîna xwe ji bi hevre jiyana aştiyane di navbera ol, netewe û bîr û baweriyên cuda de li Herêma Kurdistanê nîşan dan û gotin: “Ji bo parastina aştî û aramiyê pêwendiyên hemû aliyan li gel hev xurt in, ku ev bi xwe yek ji armancên serekî yên rêxistina me ye.”
 

Nûçeyên têkildar