25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Bankeya Standard Chartered li Hewlêrê tê vekirin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info/ Bi armanca vekirina liqeke bankeya Standard Chartered li Hewlêrê, Emced Omran Xan rêvebirê îdarî û serokê kerta giştiya Rojhilata Navîn, Bakurê Efrîqîyayê û Pakistanê yê bankeya navborî, serdana wezareta aborî û darayî a hikûmeta Kurdistanê kir û ji bal Reşîd Tahir cîgirê wezîrê darayî û aborî ve hat pêşwazî kirin û di civînekê de pirsa vekirina liqeke bankeya Standard Chartered li herêma Kurdistanê gotûbêj kir.

Serokê bankeya Standard Chartered got ku, herêma Kurdistanê herêmeke aram û biîstîqrar e û di warê aborî û bazirganiyê de di pêşkeftinê berdewam de ye  û ji bona hêsankirina karûbarên di warê bankeyî, darayî û bazirganî de, rêvebiriya bankeya Standard Chartered dixwaze liqeke wê li Hewlêrê veke.

Ji aliyê xwe ve, cîgirê wezîrê darayî û aborî, li hember biryara vekirina liqeke bankeya Standard Chartered li herêma Kurdistanê, kêfxweşiya xwe nîşan da.

Nûçeyên têkildar