26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Portugal konsulxaneya fexrî li Hewlêrê vedike

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info/ Li bajarê Hewlêrê, Suham Cebelî alîkara berprisê têkeliyên derveyên hikûmeta herêma Kurdistanê pêşwazî li Cêmî Lîto sefîrê Portugalê yê Îraqê û şandeya pê re kir.

Di civînekê de, sefîrê Portugalê ku, yekemîn care serdana herêma Kurdistanê dike, kêfxweşiya xwe li heber rewşa aram û pêşkeftinên herêma Kurdistanê yên di hemnû waran de nîşan da û got:

- Min gelek li ser herêma Kurdistanê bihîstibû û di vê serdana xwe jî de min dît Kurdistan herêmeke aram û bi dîtina min herêma Kurdistanê, bi taybetî Hewlêr, deriyê bazirganiya Portugalê ye bo deverên din yên Îraqê.

Sefîrê Potogalê got jî ku, welatê wî lê dixebite konsulxaneya fexrî li Hewlêrê veke û teqşwîqa sermayedar û bazirganên portugalî bike da ku ber bi herêma Kuredistanê bên û beşdariyê di pirosesa avadankirina herêma Kurdistanê de bikin.

Ji Layê xwe ve Suham Cebelî di axaftina xwe de ew pêngava hikûmeta Potugalê ya vekirina konsulxaneya fexrî li Hewlêrê bi pêngaveke giring wesif kir û got ku, dê ew pêngav bibe hokarek ji bo zêdetir xurtkirin û berfirehkirina têkeliyên di navbera her du aliyan de.

Nûçeyên têkildar