26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Êdî Brîtaniya li Hewlêrê vîzayê dide

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info/ Li bajarê Hewlêrê bi amadebûna Kerîm Şingalî wezîrê navxwe yê hikûmeta herêma Kurdistanê, Conasan Marland nûnerê serokwezîrê Brîtaniyayê bo karûbarên bazirganî û konsulê Brîtaniyayê yê Hewlêrê, di merasimekê de senterekî taybet ji bo pêdana vîzaya brîtaniyayî bi hevwelatiyên Kutdistanê hat vekirin.

Di merasima vekirina senterê brîtaniyayê  de, wezîrê navxwe yê hikûmeta Kurdistanê di peyvekê de sipasiya hikûmeta Brîtaniyayê kir û amadekariya hikûmerta Kurdistanê ji bo hevkarîkirin digel şirket û kompaniyên brîtaniyayî nîşan da.

Wezîrê navxwe behsa têkeliyên xurt yên navbera Hewlêr û Londonê de kir û got ku, deriyê herêma Kurdistanê ji kompaniyên brîtaniyayî re ji bo beşdarîkirin di pirosesa avadankirina herêma Kurdistanê de vekirîne.

Nûçeyên têkildar