Ebdulhekîm Beşar: Kongira opozisîyona Sûrîya ya li Qahîre şikest anî

Serkirdeyekî Kurdê Sûrîya roja çarşemê ragihand, ku kongira opozisîyona Sûrîya ya şeva çûyî bi dawî hatîye, şikest anî û armanca xwe ji bo yekxistina gotara opozisîyona Sûrîya bi dest ne anî.
Ebdulhekîm Beşar, ji AKnewsê re got, kongreya neyar û opozîsyona rejîma Sûriyê ku li paytexta Misr, Qahîre hat sazkirin û şeva borî bi dawî hat, têkçû û negihîşt armancên xwe ku hevgirtina helwest û opozîsyona Sûriyê bû.
Beşar, diyar kir, kurd ji kongreyê vekişiyan ji ber ku civata niştimanî ya Sûriyê ji rêketina ku beriya civîna Qahîreyê îmze kiribû, paşde gav avêt.
Endamê polîtburoya partiya çep a kurd ya Sûriyê, Şelal Gedo jî ji AKnewsê re got, beriya civîna Qahîreyê, encumenên niştimanî yên Sûriye û kurdên Sûriyê li ser vê li hev hatibûn ku divê civata niştimanî ya Sûriyê netewebûna kurdan li Sûriyê qebûl bike.
Gedo, diyar kir, lê di belavoka dawî ya civînê de, qet behsa kurdan nehat kirin heta navê kurdan jî tê de nehat nivîsandin.
Şelal Gedo, ragihand, li hember vê yekê, nûnerên kurdan civîn terikandin, ji ber ku opozîsyona Sûriyê naxaze kurdan qebûl bike û mafên wan bê dayîn, ji ber wê jî em dibêjin kongreya Qahîreyê negihîştiye armancên xwe.
Li Sûriyê, nêzîkî 1.5 sal e li dijî rejîma Beşar Esed, xwepêşandan û serhildana çekdarî tê meşandin û heta niha bi sedan kes hatine kuştin.




