salvegera damezrandina yekemîn kabîneya Hukûmeta Herêma Kurdistanê

Bi helkefta derbazbûna 20 sal bi ser damezrandina yekemîn kabîneya hukûmeta herêma Kurdistanê ve, pîrozbahîya şînîyên Kurdistanê dike û amaja bi evê çendê dide ku hukûmeta herêma Kurdistanê li ser bingeha parastina mafê mirovan û çespendina qanûnê û avadankirina Kurdistanê û xizmetkirina hevwelatîyan û bi dest anîna xizmetguzarîyan kar dike.
Eve jî tekesta evê beyannameyê ye:
Salvegera damezrandina yekemîn kabîna hukûmeta herêma Kurdistanê li roja 4 ê Tîrmeha 1992, ku di dîroka Kurdistanê de pir rojeka şengdar bû, bi evê helkeftê em silavan ji bo gîyanê şehîdan dişînin, ku bi xwîn û têkoşîna xwe azadî û hukûmeta Herêma Kurdistanê anîn meydanê, herweha em pîrozbahîya hemû şînîyên Kurdistanê dikin û çavê me jî herdem di pêşxistina Kurdistanê û başkirina guzarana gelê Kurdistanê de ye.
Hukûmeta herêma Kurdistanê ku bi rêya piroseyeka demokrasî bo birêvebirinê û desthilatdaryê hatîye damezrandin, ku li ser li bingeha parastina mafê mirovan û çespendina qanûnê û avadankirina Kurdistanê û xizmetkirina hevwelatîyan û bi dest anîna xizmetguzarîyan kar dike.
Bi evê helkeftê em bi çavekî rêzê temaşeya pêkol û karê hemû kabîneyên berên hukûmeta herêma Kurdistanê dikin, niha jî bo çespandina dezgehên hukûmetê li ser bingeha temama niştimanî û bi damezrandina hemû dezgeh û karûbarên xizmetkirina û pêşkeşkirina asankarî zêdetir ji hevwlatîyan re di hemû biwarên jîyanê de, em kar dikin.
Her bi evê helkeftê, hukûmeta herêma Kurdistanê tekez dike ku bi destûra Iraqê pabende û sûd ji ewan mafan werdigire ku destûrê pê da ye, di evê çarçoveyê de tekezî zîdetir li ser bi cihanîna destûr û çareserkirina hemû tangasîyên li ser bingeha destûrê û rêzgirtin li qanûnan li navxweya Iraqê û parastina rêkeftinên navdewletî û peymannameyên cîhanî di pêwendîyan de dikin.
Hukûmeta Herêma Kurdistanê
Hewlêr – 4/Tîrmehê/2012




