UNCEF: 4 hezar zarokên Sûriyê sêwî bûne

Sûriyê-Ajans/ Sindoqa Netewên Yekbûyî UNCEF di raportekê de eşkere kir ku, zêdetirî 4 hezar zarokên bê serpereşt yên Sûriyê ji welatê xwe reviyane û li welatên derdor di rewşeke xirap û metirsîdar de neçarî karkirinê bûne û ji xwendinê jî bê beşin.
Li gor wê raportê herî kêm hezar û 698 zarokên Sûriyê li Libnanê neçarî karkirin bûne ku bi nirxekî zor erzan kar dikin û zêdetirî ji hezar û 170 zarok ku piraniya wan temenê wan kêmtirî 10 salan e û bê serpereştin li Urdunê akincî ne.




