NY: Pirosesa hilbijartinên Kurdistanê demokratîk û azad bû

Ajans-KDP.info/ Nunerê NY yê li Iraqê eşkere kir ku, pirosesa hilbijartinên parlementoya Kurdistanê proseseke demokratîk û azad bûye.
Piştî bi dawî hatina prosesa hilbijartinên parlementoya Kurdistanê, nunerê Netewên Yekgirtî yê li Iraqê ragehand ku, prosesa hilbijartinên parlementoya Kurdistanê gelek bi başî hatiye birêvebirin û proseseke azad û demokratîk bûye û hêvî dikim hilbijartinên parêzgehên Kurdistanê bi heman awayî werin birêvebirin.
Nunerê NY herwiha behsa rêjeya beşdarwanan jî kiriye û gotiye: beşdarî kirina rêjeya ji sedî 73ê rêjeyeke başe.
Her di vê derbarê de Konsolosê Tirkiyeyê jî bi minasebeta serkeftina prosesa hilbijartinan pîrozbayiyên xwe pêşkêşî hikûmeta Kurdistanê û komîsyona serbixwe ya hilbijartinên Îraqê kir.
Konsolosê Tirkiyeyê eşkere kiriye ku, hilbijartinên han û encamên wan bo Tirkiyeyê jî girîngin û modela Kurdistanê jî nimûneyeke gelek başe bo Iraqê bi giştî û Îraqî jî dikarin modela Kurdistanê cîhbicîh bikin.




