Serok Barzanî: Serkeftina pirosesa dengdanê serkeftina Kurdistanê ye

Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Ji bo bi dawî hatina serketiyaneya pêvajoya dengdana hilbijartina Parlemena Kurdistanê germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî xelkê serbilindê Kurdistanê dikim. Serketina vê pêvajoyê serketina Herêma Kurdistane û ji bo gelê me jî destkeftekî mezine.
Daxwaz ji hemû hêz û aliyê siyasiyan û welatiyên rêzdar dikim aramî û tebayî ya Kurdistanê biparêzin û bi navê parastina giyanê welatiyan û bexteweriya xelkê hemû cûre teqeyekî xweşî bêragirtin û her wiha hemû aliyek jî rêz li encamên hilbijartinê bigrin ku ji aliyê Komîsyona Bilinda Serbixweya Hilbijartinan ve ragihandin.
Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
21.09.2013




