26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serokayetiya Herêma Kurdistanê kirdara terorîstiya Bexda û Kerkûkê şermezar kir

Çavkanî: KDP.info

Duhî yekşema 22 ê Eylûla 2013 li Kerkûkê li rêya otombêlekî bomberêjkirî de teqînek rûda, ku li encamê de hejmarek kes bûne qurbanî.

Em weku Serokayetiya Herêma Kurdistanê bi tûndî wan kirdarên terorîstiyan şermezar dikîn ku bi awayeke hovane welatiyên medenî dikin armanc û dûpat dikîn herdem dijî tundutîjiyê radiwestîn, heman demî de daxwaz dikîn tawanbar bêne peydakirin û radestî dadgehê bikin û ji bo parastina ser û malê welatiyan zêdetir hewlên bêne dayîn. Hêviya başbûneke bi lez jî ji bo birîndaran dixwazîn û radigîhînin ku dergehên nexweşxaneyên Herêma Kurdistanê ji bo hatina hawara birîndaran vekiriye.

Her duhî Serokayetiya Herêma Kurdistanê di beyanameyekê de kirdara terorîstiya Bexdê şermezar kir ku eva li xwarê tekesta wê ye:

Bi mixabinî li encama kirdarekî terorîstiya li Bexda bi dehan welatiyên bêguneh şehîd û birîndar bûn.

Em weku Serokayetiya Herêma Kurdistanê gelek bi tundî vê karê terorîstî mehkûm dikin. Zêdebûna kirdarên terorîstiyan cihê gumanê ye û pêwîste‌ helwestekî ciddî û lêkolîneke kur li vî derbarî de bê kirin, ji bo wê yekê ku encamderên vê kirdara terorîstî radestî yasa bikin. Her ji vir ve pirse û serxweşiyê li kesukarê şehîdan dikin û hêviya başbûneke lezgînî ji bo birîndaran dixwazîn.

Serokayetiya Herêma Kurdistanê
22/09/2013

Nûçeyên têkildar