BBC: Hilbijartinên vê carê yên Kurdistanê dê asoya siyasî ya wê herêmê biguherîne

Ajans-KDP.info/ Televîzyona BBC li ser hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê raporek pêşkêş kir û ragihand, li gorî pirraniya çavdêran, hilbijartinên vê carê dê asoya soyasî ya Herêma Kurdistanê bide guhertin. Li gorî BBC, hevpeymaniya navbera YNK û PDKê jî girêdayî asta serkeftina YNKê ye.
Ji niha ve hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê kur îro (21.09.2013) danê sibê dest pê kir, di medyaya cîhanî de deng veda.
Televîzyona BBC bal kişand ser hinek aliyên hilbijartinên vê carê yên parlamentoyê Kurdistanê û ragihand, hilbijartinên vê carê yên Kurdistanê dê bibe sedema guherîna asoya siyasî ya wê herêmê.
Li gorî rapora BBC, hilbijartinên îsal ên parlamentoya Kurdistanê dê nîşan bide ka PDKê û YNK dê bikarbin dîsa desthilatê bixin destê xwe yan na.
BBC her wiha eşkere kir ku herçiqas di hilbijartinan de 5 partiyên serekî yên Herêma Kurdistanê beşdar in lê gelekî zehmet e ku mirov pêşbînî bike ka kîjan partî dê dengên herî zêde bidest bîne.
Li gorî şiroveya BBC, rêkeftina navbera PDK û YNKê jî girêdayî wê ye ku YNK çiqas deng bîne çimkî eger dengên YNKê kêm bibe wê çaxê rewşa wê dê ferq bike. Lê eger PDK ku li bajarên Dihok û Hewlêrê bihêz e, di hilbijartinên vê carê de gelek deng bidest bîne jî bo avakirina hikûmetek bêkêşe pêwîstî bi hevpeymanekî bihêz heye.
Ev şiroveya BBC di demekî de ye ku li gorî pirraniya pêşbîniyan, PDK dê di hilbijartinên îsal de bibe yekem. Rûdaw




