25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Skynews: Helbijartinên Kurdistanê dê rêka serxwebûnê ronahî bike

Çavkanî: KDP.info

Ajans-KDP.info/ Beşa Erebî ya televîzyona skynews ragihand ku, hilbijartinên vê carê yên parlamentoya Kurdistanê dê rêka cihêbûna kurdan ji Bexdayê ronahî bike. Li gorî televîzyonê, herçiqas rayedarên Kurdistana Iraqê behsa azadiyê bikin jî lê rastî rexneyên tund ji ber binpêkirina mafên mirov û azadiyan tên.

 Hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê ku îro danê sibê dest pê kir, bala gelek televîzyon û saziyên ragihandina cîhanê kişandiye ser xwe.

 Beşa Erebî ya Skynewsê ku wek skynewsarabia weşanê dike, derheqê hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê de raporek belav kir û ragihand, hilbijartinên parlamentoya Kurdistana Iraqê îro dest pê kir ku zêdetirî 2 milyon û 800 hezar kes dikarin deng bidin û 111 endamên parlamentoyê hilbijêrin.

 Li gorî skynewsarabia, hilbijartinên Kurdistanê di demekî de tê sazkirin ku kurd hertim digel hikûmeta Bexdayê nakok bûne û şerê di navbera wan de heta niha jî didome.

 Televîzyona Skynewsê her wiha ji zarê çavdêrên siyasî ragihandiye ku PDKê dê dengên herî zêde bidest bîne lê YNK bi tevgera Gorran re di nav hevrikiyê de ye. Di demekî de ku serokê YNKê Celal Talebanî nexweş e û rewşa tenduristiya wî jî zelal nîne.

 Li gorî skynewsê, hilbijartinên vê carê yên Kurdistana Iraqê dê rêka cihêbûna kurdan ji Bexdayê ronahî bike ji ber ku kurd hewl didin serbixwe bin.

 Di beşa dawî ya raporê de hatiye ziman ku herçiqas rayedarên Kurdistana Iraqê behsa azadî û hebûna mafên mirov bikin lê rayedarên han ji ber binpêkirina azadî û mafên mirov rastî rexneyên. Rûdaw

Nûçeyên têkildar