25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Rojnamevan dikarin li her derî deng bidin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info/ Serokê Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê Azad Hemedemîn diyar kir ku rojnamevanên Herêma Kurdistanê dikarin li her devera ku lê kar dikin deng bidin.

 Serokê sendîkaya rojnamevanên Kurdistanê Azad Hemedemîn ji KDP.info re diyar kir ku îro digel komîsyona hilbijartinan şêwirîne û komîsyonê qebûl kiriye ku rojnamevan li her devera ku kar dikin dikarin deng bidin.

 Azad Hemedemîn da zanîn, li her cihekî komîsyon bingehek taybet bo rojnamevanan destnîşan kiriye da ku dengên xwe bidin.

 Beriya niha komîsyona hilbijartinan ragihandibû, rojnamevanên ku karta komîsyonê bi wan re heye dikarin li cihê ku kar dikin dengên xwe bidin û yên din nikarin.

Nûçeyên têkildar