Heta niha hîç şikayetek nehatiye tomarkirin

Hewlêr-KDP.info/ Berpirsekî Komisyona Helbijartinan ragehand ku heta niha tu aliyekî siyasî doz li ser aliyekî din tomar kiriye û got: ‘’Lê belê komisyon dê dozê li ser wan namzet û aliyan tomar bike ku yasa û biryarên komisyonê binpê kirine.’’
Di civîneke çapemeniyê de Serokê Fermangeha Hilbijartinê ya Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan Mîqdad Şerîfî behsa proseya hilbijartinê kir û wiha axifî: ‘’Heta niha hîç aliyekî siyasî doz li ser aliyekî din venekiriye, lê belê komisyon dê dozê li ser wan namzet û aliyan tomar bike ku yasa û biryarên komisyonê binpê kirine.’’
Şerîfî da zanîn ku heta niha proseya dengdanê bê pirsgirêk û bi beşdariyeke berçav birêve çûye û axaftina xwe wiha qedand: ‘’Li gor rewşa heyî bawer nakim dema dengdanê were dirêj kirin ku saet 5’ê êvarê bidawî dibe.’’ Basnews




