Nêçîrvan Barzanî dengê xwe da

Proseya dengdanê ya hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê îro danê sibê li seranserê Herêma Kurdistanê dest pê kir. Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî piştî ku dengê xwe da wiha got: "Di hilbijartinan de xelkê Kurdistanê bi ser dikeve."
Îro (21.09.2013) li seranserê Herêma Kurdistanê proseya dengdanê ya hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê dest pê kir.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî li bajarê Hewlêrê bi hevjîna xwe Nebîna Barzanî çûn ser sindoqa dengdanê û dengên xwe avêtin sindoqê.
Piştî dengdanê serokwezîr Nêçîrvan Barzanî axaftinek kurt kir û diyar kir ku yê ku di hilbijartinan de biser dikeve xelkê Kurdistanê ne.
Nêçîrvan Barzanî her wiha anî ziman ku ew hêvîdar e mohra elektronîk kêşe bo dengdanê çêneke û xelkê ji dengdanê sar neke.
Çimkî di roja dengdana taybet de ku roja pêncşemê (19.09.2013) hat lidarxistin, mohra elektronîk ku cara yekemîn e ji aliyê komîsyona hilbijartinan ve tê bikaranîn, bû sedema derengxistina dengdanê.




