Îspaniya dixwaze têkeliyên xwe bi herêma Kurdistanê re berfirehtir bike

Hewlêr-KDP.info/ Felha Mistefa berprisê têkeliyên derve yê hikûmeyta herêma Kurdistanê, li bajarê Hewlêrê pêşwazî li Ramon Molîna cîgirê sefîrê Îspaniyayê yê Îraqê û şandeya pê re kir.
Di dîdarekê de ku, Suham Cebelî alîkara berpirsê têkeliyan û Dawud Caf konsulê fexriyê Îspaniyayê yê herêma Kurdistanê amade bûn, cîgirê sefîrê Îspaniyayê silavên sefîrê Îspaniyayê yê Îraqê gihandin berprisê têkeliyên derve û tekîd kir ku, welatê wî hertin bi giringî li herêma Kurdistanê temaşa dike.
Cîgirê sefîrê Îspaniyayê got ku, hikûmeta welatê wî piştevaniya pêşkeftinên herêma Kurdistanê dike û dixwaze têkeliyên xwe bi herêma Kurdistanê re bi taybetî di warê aborî, kulturî û sportê de berfirehtir bike. Got jî ku, nûneratiya hikûmeta herêma Kurdistanê a Îspaniyayê roleke ber bi çav di xurtkirina têkeliyên navbera Hewlêr û Madrîde de heye.
Ji aliyê xwe ve Felah Mistefa berprisê têkeliyên derve kêfxweşiya xwe bi serdana cîgirê sefîrê Îspaniyayê yê Îraqê ji bo xurtkirina têkeliyan di navbera her du aliyan de diyar kir û ew serdan bilind nirxand. Mistefa got ku, dema şandeya herêma Kurdistanê berî heyamekî serdana Îspaniyayê kir, diyar bû ku, berprisên Îspaniyayê bi heyecan behsa Kurdistanê û têkeliyên bi Kurdistanê re dikir.
Berprisê têkeliyên derve behsa dîroka herêma Kurdistanê kir û ew malwêraniya bi serê gelê kurd de ji qirkirin, kîmiyabaran û enfalan, ji şandeya mêvan re behis kir û sipasiya wezîrê derve yê Îspaniyayê kir ku, berdewam ji bona bijênosîdanaskirina tawanên bi serê gelê kurd hatine, dixebite




