Sendîkaya rojnamevanên Rojavayê Kurdistanê hat avakiri
Hewlêr-KDP.info/ Piştî du rojan, karên Kongreya Sendîkaya Rojnamevanên Rojavayê Kurdistanê ku li bajarê Hewlêrê hat lidarxistin, bi dawî hat û sendîka hat avakirin.
Li gora daxuyaniya dawî ya kongrê, di roja dawî ya kongre de ku roja çarşemê destpê kiribû, neqîb û cîgirê neqîb û her wiha sekreter û encumena sendîkayê ku ji 7 endam û 3 endamên yekde pêk tê, hatin hilbijartin.
Di daxuyaniyê de hatiye ku, sendîka wê têkiliyê bi hemû saziyên ragihandinê li Rojavayê Kurdistanê û rojnamevanên ku nikarîbûn tevlî kongre bibin, bike.
Di kongrê de nêzîkî 110 rojnamevanên ji Rojava û Başûrê Kurdistanê û ji Ewropa û welatên erebî beşdar bûn




