26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Hikûmetê digel DNO û Genel Enerjî kontiraktek îmza kir

Çavkanî: KDP.info

Bi amadebûna Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê, duhî li bajarê Hewlêrê, kontirakta dabînkirina gazê bo wêstgeha kareba Duhokê hat îmza kirin.

Di merasima îmzakirina kontiraktê de ku, Aşitî Hewramî wezîrê samanên xwezayî, kompaniya DNO a norwêjî, kompaniya Genel Enerjî a tirkî amade bûn, Nêçîrvan Barzanî, piştî îmazakirna girêbestê, peyvek pêşkeş kir û rola her du kompaniyên DNO û Genel Enerjî di warê dabînkirina gazê bo wêstega kareba Duhokê de bilind nirxand.

Serokwezîr di peyav xwe de got ku, samanê xwezayî yê Îraqê hertim ji bo wêkarkirin û kavilkirina Îraq û Kurdistanê hatiye bikar anîn, lê ”ji bo me giring bo em wê hawkêşeyê biguherînin û samanê xwezayî yê welatê xwe ji bo xweşkirina rewşa jiyana xelkê Kurdistanê bikar bînin.”

Di beşek di ji peyva xwe, serokwezîrê Kurdistanê behsa mafê desturiyê herêma Kurdistanê di warê bikaranîna samanên xwezayê de got:
- Ew kompaniyên di warê neftê de kar dikin û hatine herêma Kurdistanê li neftê digerin, ew piştrast in ku, me ew mafê desturî heye.

Nêçîrvan Barzanî careke din tekîd kir ku, hikûmeta herêma Kurdistanê li gor destura Îraqê kar dike û tu gavên neqanûnî û nedesturî naavêje:

- Ya ku em daxwaz dikin di çarçoveya destura Îraqê de ye û destura Îraqê ew maf daye me û em li gor mafên xwe tevdiger in û biryarên parlamentoya xwe cîbicî dikin. Destura Îraqê dibêje; her yasayeke Îraqê digel yasayên herêma Kurdistanê negunce, yasaya herêma Kurdistanê baladest dibe û em vê yekê li herêma Kurdistanê gelek bi başî cîbicî dikin.

Her di vê merasimê de nûnerên kompaniyên DNO û Genel Enerjî jî gotar pêşkeş kirin û behsa pilan û pirojeyên xwe yên paşerojê li herêma Kurdistanê kirin.

 

Aştî Hewramî wezîrê samanên xwezayî di peyveke de got ku, hikûmeta herêma Kurdistanê  bi yasayên parlamento û destura Îraqê pabend e û tekîd kir ku, hikûmeta Îraqa federal bi tenê nikare li deverên kurdistaniyên derveyê îdareya herêma Kurdistanê kar bike û ev yek biryareke siyasî ye û divê hikûmeta Îraqê di vî warî de digel hikûmeta herêma Kurdistanê gotûbêj bike.

 

Hewramî got ku, wezareta samanên xwezayî bi buhayê du milyon dolaran sotemenî bo penaberên rojavayê Kurdistanê dabînkiriye û serokê hikûmetê jî 25 milyon dolar bo penaberan berdest kirine û ”em digel sê kompaniyên mezin qxaftine  ku, alîakriya penaberên rojavayê Kurdistanê bikin

Nûçeyên têkildar