26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Bi Amadebûna Serokwezîr Projeya Mezin ya Ava Dihukê Hate Vekirin

Çavkanî: Kurdistan TV

Di berdewamiya serdana xwe ya bo Parêzgeha Dihukê evro Serokwezîrê Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî bi awayeke fermî projeya mezin ya ava Parêzgeha Dihukê vekir.

Ev projeya han ku, bi projeya xirab- dêm hatiye nasîn yek ji projeyên mezin ya ava wexarinê a li Parêzgeha Dihukê û yek ji girîngtirîn projeyên steratejîk ya li vê Parêzgeha hane.

Ev projeya han ku, bi qasî 10 hezar û 800 metre sêca av di nava xwe de digire li ser bûdceya Hikûmeta Kurdistanê did u merheleyan de hatiye cîhbicîhkirin û bi giştî qasî 250 miliyon dolar jî lê hatiye serifkirin.

Di dema vekirina projeya han de Serokwezîrê Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî peyvek pêşkêş kir û ragihand ku, ev projeya han bo Kurdistanê bi taybetî bo Parêzgeha Dihukê gelek girînge û Hikûmeta Kurdistanê vê li ser cîhbicîh kirina projeyên bi vê rengî berdewam be.

Barzanî di beşeke din ya axaftinên xwe de behsa helwesta aliyê cîhbicîhkar ya vê projeya han kir û ragihand ku, di dema destpê kirina vê projeya han de ti peymanek nehatibû îmzekirin lê aliyê cîhbicîhkar baweriya xwe bi sozên Hikûmeta Kurdistanê hebû û ev projeya girîng bi bêyî kemasî cîhbicîh kir.

Serokwezîrê Kurdistanê di dirêjahiya axaftinên xwe de ev yek jî eşkere kir ku, çareser kirina kêşeya avê li tevahiya Deverên Kurdistanê de yek ji bernameyên here sereke yên Hikûmeta Kurdistanê ye û emê bo çareser kirina wê kêşeya han bi her awayî hewl bidin.

Serokwezîrê Kurdistanê behsa pêşkeftinên Kurdistanê kir û ragihand ku, projeyên girîng û baş yên Hikûmeta Kurdistanê piştî salên 2004 û 2005an destpê kirine û di navbera wan salan de çendîn projeyên baş hatine cîhbicîhkirin.

Nav hatî eşkere kir ku, raste çendîn kemanî û kemasî jî hene lê ev tişta ku, Hikûmeta Kurdistanê pê serbilinde eve ku, Hikûmeta Kurdistanê li ser rêya rast ya xizmet kirina welatiyên xwe deye.

Nûçeyên têkildar