25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

John Mc Cain: Di Cenevera 2 de divê pirsa kurd yek ji pirsên giring be

Çavkanî: KDP.info

Waşîngton - KDP.info/ Felah Msitefa berprisê têkeliyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê û Beyan Samî nûnera hikûmeta herêma Kurdistanê ya Londonê, li Waşîngtonê digel senatorê amerîkayî John Mc Cain civiyan.

Di civînê de behsa hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê ku, dê di 21ê vê mehêde bên kirin, têkeliyên navebra Hewlêr û Bexdayê hat kirin û daxwaz ji Kongresa Amerîkayê kir ku, ew karesatên bi serê gelê kurd de hatine weke jênosîda nas bike.

Herwesa behsa rewşa penaberên surî yên li herêma Kurdistanê aht kirin û berprisê têkeliyên derve got ku, hijmara penaberên surî li herêma Kurdistanê ji 200 hezar kesan derbas kiriye û daxwa ji Amerîkayê kir ku, di warê alîkarîkirina wan penaberan de rola xwe bilîze.

John Mc Cain dilgiraniya xwe li hember rewşa Suriyeyê, bi tyabetî piştî rijêma Beşar Esed çekê kîmiyayî dijî hevwelatiyên sivî bikar anî, diyar kir.  Senatorê Amerîkayî piştevaniya xwe bo daxwaza berprisê têkeliyên derve ya di warê beşdarîkirina nûnerên kurdên surî di civînê taybet bi rewşa syriyê ve nîşan de û got ku, pêwîse nûnerên kurdan jî di wan civîn û konfrensên taybet bi rewşa Suriyeyê ve û b i taybetî di Cenevera 2 de di vê pirsa kurd yek ji pirsên giringên konfrensê be.

Nûçeyên têkildar