Efrîn, li encama pevçûnekê 3 kes hatin kuştin

Çalakvanên bajêrê Efrînê ragehandin ku duhî derengê şevê li encama şer û pevçûnan di navbera çekdarên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) ser bi PKK ve û ketîba “Azaîxwazên Efrînê” ser bi artêşa Sûriya Azad ve, bi kêmanî sê kes hatin kuştin û gelek milk û mal jî hatin şewitandin.
Di vê barê de kesekî ji bajêrê Efrînê ku bînerê van rûdanan bû bo ajansa Mîdyanews got, “Ji demjimêr 11 şevê dest pêkir û dengê gelek bilind ji taxa Mehmûdiye dihat”. Herwiha got, “Xuya bû ku ev pevçûna piştî wê çendê rûda ku çekdarên PYD malek dorpêç kirin bi bihana hebûna endamên ketîba Azadîxwazên Efrînê”.
Her evî kesî got, “Endamên komîteyên gelerî yên ser bi PYD mala Şêx Bekir li taxa Mehmûdiye li Efrînê dorpêç kirin, li encamê jî herdû aliyan gule avêtin”.
Herwiha got, “Li encama vê pevçûnê sê kes hatin kuştin û yek din jî birîndar bû” lê nasnama van kesan xuya nekir, heger ji wan aliyên şer kirine yan kesin sivîlin.
Ji aliyeke din ve jêderekî din bo ajansa Mîdiyanews got, “Ketîba Selahedîn ser bi Artêşa Azad bi xwe hatibû bo berevanî kirinê ji ber malbata Bekir rêberê ketîba Azadîxwazên Efrînê”.
Herweha got, “Çekdarên ser bi PYD gundê avrazê jî dorpêç kirin û demê 20 xolekan dane xelkê gund da ku ji gund derkevin yan jê dê hemû gund bişewitînin”
Tê zanîn mirovên Şêx Bekir rêberê berê yê Ketîba Azadîxwazên Efrînê li gundê Avrazê dijîn.




