25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Li vê dema nêzîk de serok Barzanî serdana Tirkiye yan welatekî din nake

Çavkanî: KDP.info

Li bernameya cenabê Serokê Herêma Kurdistanê de tûne di demeke nêzîk de bi fermî serdana derveyê Herêmê bike.

Ev demeke hinek ajansên nûçeyî û saziyên ragihandinê nûçeyeke wiha belavkirine ku qaşo birêz Serokê Herêma Kurdistanê bi fermî serdana Tirkiye dike.

Bi pêwîstî dizanîn vê rastiyê ji bo ajansên nûçeyî û saziyên ragihandin û raya giştî zelal bikîn ku li vê dema nêzîk de li bernameya rêzdar de tûne ku bi fermî serdana Tirkiye yan welatên din bike.

Dr. Fuad Husên
Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê
Hewlêr
15.09.2013

Nûçeyên têkildar