26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Aştî Hewramî: heger Baxdad razî jî nebe, em dê her gasê ber bi Turkîya ve bişînin

Çavkanî: KDP.info

wezîrê samanêm siroştîya Hukûmeta Herêma Kurdistanê Aştî Hewremî  ragihand, ku em gasa siroştî ber bi Turkîya ve dişînin heger Baxdad razî jî nebû.


Di evê derbarê de, Aştî Hewremî di kombûnekê de li bajêrê Îstanbolê ragihand, ku herêma Kurdistanê gasa siroştî û neftê difroşe Turkîya, heta ku digel Turkîya yê negihane ti rêkeftinekê jî".


Herweha Hewramî got, me pilan danaye ku em dê 10 millîyar mtr sîga gasa siroştî bifroşin Turkîya û Ewropa.


Herweha wezîrê samanêm siroştîya Hukûmeta Herêma Kurdistanê, pabendîya herêma Kurdistanê bo rakêşana û weberhênan bîyanî li herêma Kurdistanê derbirî, weha jî got, heger me hemû karên xwe ji Baxdadê re bihêla niha me ti kar nedikir.
 

Nûçeyên têkildar