Jêderek: dê di çend rojên bihê de birêveberê giştîyê kompanîya Exxon Mobil seredana herêma Kurdistanê

Jêderekî hayadar eşkere kir, ku di çend rojên tên de birêveberê giştîyê kompanîya Exxon Mobil a di biwarê neftê de Rex W. Tillerson dê bighêje Hewlêrê û digel berpirsên Herêma Kurdistanê re kombûnekê saz bike.
Ev seredana han a Rex W. Tillerson bo bajêrê Hewlêrê di evê demê de ye, ku serokê hukûmeta Iraqê Nûrî Malikî di nameyekê de daxwaz ji serokê Amerîka Barak Obama kir ku dest di pêwendîyên navbera herêma Kurdistanê û evê kompanîyê werbide bo ragirtina karê wê kompanîyê li herêma Kurdistanê.
Li gorî ajansa Aknews, birêveberê giştîyê evê kompanîyê dê hevdîtinekê digel serokê hukûmeta herêma Kurdistanê û berpirsên dinên herêmê di biwarê neftê de saz bike.




