26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Seadûn: rêyên destûrî bo wergirtina bawerîyê ji Nûrî Malikî berdewame

Çavkanî: KDP.info

Duhî sêşemê endamê lîsta Hevpeymanîya Kurdistanê li parlîyamenta Iraqê  Muhseyîn Seadûn ragihand, ku Hevpeymanîya Kurdistanê bi fermî behsa evê mijarê nekirîye û pirojeya çaksazîyê jî  nedîye ewê Hevpeymanîya Niştimanî pêşkeş kirîye.


Herweha Seadûn ragihand, ku rêyên vekşandina bawerîyê ji Nûrî Malikî bi rêya destûrê berdewame.


Hêjayî gotinê ye, komîta çaksazîyê ji alîyê Hevpeymanîya Niştimanî bi serokatîya Îbrahîm Cafar û endametîya heşt nûnerên hemû pêkhatên evê hevpeymanîyetîyê hate damezrandin û kar li ser pirojeyên Hewlêr – Necef tê kirin, ji bilî evê çendê pêkanîna komîta çaksazîyê ji alîyê Hevpeymanîya Niştimanî wek çareserkirina tengasîya welêt ku di evê dawîyê gihaye alozîyeka giran, lê belê lîsta Iraqîye û alîyê Sedr li ser vepirsîna Nûrî Malikî rijdin.
 

Nûçeyên têkildar