Mistefa: Di Sûriyeya paşerojê de garantiya parastina mafên Kurdan hebe

Emerîka-KDP.info/ Felha Mistefa berprisê peywendiyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê di hevpeyvîneke xwe de digel kovara Monîtor a amerîkayî de eşekre dike ku, hijmara penaberên surî gihştiye zêdetir ji 200 hezar kesan û ev jimare roj bo rojê zêde dibe û her roj nêzîk 500-1000 kes, ne bi tenê kurd lê ereb û mesîhî jî ji Suriyeyê ber bi herêma Kurdistanê ve direvin. Mistefa got jî ku di serdana wana a bo Waşîngtonê di hevdîtinên xwe de berpris û biryarbidestên hikûmeta Amerîkayê li ser rewşa penaberên surî yên li herêma Kurdistanê agadar kirine:
- Gelê me bi dirêjahiya dîrokê qurbanê destê terorê bûye, çekê kîmiyayî li dijî gelê me hatiye bikaranîn û gelê Kurdistanê rastî êrîşên qirkirinê hatiye. Îsal li herêma Kurdistanê 25 saliya kîmiyabarana Helenceyê ku, tê de zêdetir ji 5000 kesan hatin kuştin, hat bîranîn. Lê îro rewşa herêma Kurdistanê gelek cudaye û emin û îstîqrar heye.
Mistefa di hevpeyvîna xwe de behsa rewşa kurdên rojava kir û û got ku, nêzîkî 3 milyon kurd li Suriyeyê hene û ji hemû mafên xwe yên siyasî, rewşenbîrî û ji mafê hevwelatîbûnê bê parin. Kurd li Suriyeyê beşekin ji opoziayonê lê neşerte xwestekên wan digel opozisyona surî bi giştî yekbigirin:
- Heta nuha tevî wê wehşîyeta ji aliyê rijêma Esed ve li dijî kurdan tê kirin lê opozisyona surî mafên gelê kurd nas nake û nemadene jî ji bo naskirina mafên gelê kurd li Suryeyê gavan pavêj in. Ji bo me weke hikûmeta herêma Kurdistanê ya giring ve ku gelê kurd li Suriyeyê bi mafên xwe şad bibe û di Suriyeya paşerojê de garantiya parastina mafên kurdan hebe.
Li dor têkeliyên navbera herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê de, Mistefa di hevpeyvîna xwe de got ku, ew têkelî di navbera Hewlêr û Anqereyê gelek baş pêşkeftine û lihevtêgehiştineke baş û hevahengî baş di navbera her du aliay de heye û herêma Kurdistan ê ti acendeyên veşartî di vî warî de nîn in û herêma Kurdistanê bo ser Tirkiyeyê ne tehdîd e.
Derbarê pêvajoya aşitiyê jî di navera hikûmeta Tirkiyeyê û PKKê de got:
- Hikûmeta herêma Kurdistanê her di destpêkê de pêşwazî li xebatên aşitiyê kir û serokatiya siyasiya herêma Kurdistanê di warê destpêkirina pêvajoya aşitiyê de gavên cidî avêtine û berdewam wê pêvajoyê dişopîne. Piştî çend salan ji şer û pevçûnan, tişteke ne hêsane di nava demek kurt de pêvajoya aşitiyê serbikeve, lê ya giring eve hemû alî bi pêvajoyê pabend bin.
Mistefa di derbarê têkeliyên navbera Hewlêr û Bexdayê jî di hevpeyvîna xwe de ji kovara Monîtor a amerîkayî re got:
- Peywendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê li deverekê xetimî bûn û ber bi aloziyê ve diçûn, lê bi însiyatîva Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê û serdana Nêçîrvan Barzanî bo Bexdayê û hatina serokwezîrê Îraqê bo Hewlêrê û paşî serdana serokê herêma Kurdistanê bo Bexdayê, wis akir ku, peywendiyên Hewlêr û Bexdayê asayî bibin û rêkeftinameyeke 7 xalî di navbera her du aliyan de bê îmza kirin. Çend komîteyên taybetmendar ji bo çareserkirina pirsên hilawîstî hatîne pêkanîn.
Li dor têkeliyên navbera Kurdistan û Îranê jî, berprisê têkeliyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê tekîd li ser wê yekê kir ku, di berjewendiya herêma kurdistanê de ye têkeliyên baş digel Îranê hebin.
Piştî hilbijartina Hesen Ruhanî bi serokê komara Îranê Nêçîrvan Barzanî bi fermî bo merasima sundxwarina Ruhanî bo Taranê hat dawet kirin.
Mistefa behsa hilbijartinên parlametoya Kurdistanê ku, biryare di 21ê vê mehêd ebên kirin kir û got ku, mafê herêma Kurdistanê ye şanaziyê bi wê demokrasiyê bike ya ku bo hevwelatiyên xwe ferahem kirî û desthiltan bi rêya hilbijartinên bê teslîm kirin




