Kurdistanê daxwaz ji Emerîkayê kir karesatên gelê kurd bi jênosîda nas bike

Emerîka-KDP.info/ Li Emerîkayê şandeya hikûmeta herêma Kurdistanê digel berpirsên îdareya Amerîkayê, sanator, kongresman, saziyên kulturî û senterên lêkolînan û hijmareke kompaniyên bazirganî civiyan û hijmareke mijarên aktuel di rojeva herêma Kurdistanê û têkeliyên dualî gotûbêj kirin.
Felah Mistefa berprisê peywendiyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê û Beyan Samî nûnera hikûmeta herêma Kurdistanê li Brîtaniyayê û stafê nûneratiya hikûmeta Kurdistanê a Emerîkayê, li Waşîngtonê digel Bred Makgerek cîgirê alîkarê wezîrê derve yê Emerîkariyê bo karûbarên Îran û Îraqê û Kelî Kelemînts cîgira alîkarê wezîrê derve bo karûbarên penaber û koçberan civiyan.
Berpirsê têkeliyên derve rewşa dawiyê ya pirosesa hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê ku, biryare di 12ê vê mehê de û hilbijartinên çaverêkiriyên parlamentoya Îraqê ku biryare di bihara sala bêt de bên kirin û rewşa penaberên rojavayê Kurdistanê yên li herêma Kurdistanê ji berpirsên wezareta derve re behis kirin. Şandeya hikûmeta herêma Kurdistanê daxwaz ji hikûmet û civaka navdewletî kir ku, di warê alîkarîkirina wê hijmara zêde ya penaberên surî ku, ji ber rewşa aloza wî welatî qesta herêma Kurdistanê kiriye de alîkariya hikûmeta herêma Kurdistanê bikin.
Mistefa got ku, tenê di meha tebaxê de 50 hezar penaberên rojavayê Kurdistanê hatine herêma Kurdistanê û nuha zîdetir ji 220 hezar penaberên surî li herêma Kurdistanê hene û:
- Em nuha ber bi demsala zivistanê ve diçin û pêwîstiya me bi alîkariya teknîkî, îdarî û malî ji bon birêvebirina kampên penaberan heye.
- Ew welatên din yên penaberên surî wergirtine zîdetir alîkarî ji civaka navdewletî wergirtiye, hijmareke zêde ya penaberan li herêma Kurdistanê heye û pêwîstî bi alîkarya navdewletî heye.
Şandeya herêma Kurdistanê daxwaz kir ku, hikûmeta herêma Kurdistanê jî beşdariyê di civîn û konferensên navdewletî yên taybet bi rewşa penaberan de bike, û beşdariyê di civîna Jenev 2 ya taybet bi Suriyeyê de bike û ew pirsên bi doza kurd hene guhdariya ra û dîtinên beşdarbûyan bike.
Makgerek û Kelemînts hewilên hikûmeta Kurdistanê bo pêşwazîkirin û alîkarîkirina penaberên surî li herêma Kurdistanê bilind nirxand û got ku, hikûmeta Emerîkayê dê ji nuha û pê de zêdetir alîkariya penaberên surî yên li herêma Kurdistanê bike.
Makgerek ku, dê di demek nêzîk de serdana Kurdistanê bike got: ”Ez weke dostek gelê kurd pêwîste bi hev re kar bikin û em dê berdewam û nêzîk bi hev re kar bikin.”
Di çarçoveya serdana xwe ya bo Amerîkayê de, şandeya herêma Kurdistanê digel endamên civata bazirganiyê Emerîka-Kurdistan civiya û hijmareke pirsên giring taybet bi hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê, rewşa Suriyeyê, têkeliyên navbera Hewlêr û Bexdayê û rola kompaniyên amerîkayî di vadankirina herêma Kurdistanê de, gotûbêj kirin û Felah Mistefa got:
- Herêma Kurdistanê pêwîstî bi şiyan û pisporiya Emerîkayê bo geşkirina aborî û bilindkirina şiyanên saziyên bazirganî daku bigehin asteke bilind li gor standardên navdewletî heye û kompaniyên Emerîkayî dikarin herêma Kurdistanê weke deriyê çûna nav deverên din yên Îraqê bikar bîn in.
Şandeya herêma Kurdistanê digel sanator Cîm Rîç û Roy Biland civiya û her du sanatoran rewşa arama herêma Kurdistanê bilind nirxand û tekîd li ser parastina îstîqrar herêma Kurdistanê weke beşek aram û ji Îraqeke nearam kir. Mistefa ji sanatorên amerîkayî re got ku, parlamentoya Brîtaniyayê û çend parlamentoyên din yên cîhanê tawanên bi ser gelê kurd hatine weke jênosîda naskirine û daxwaz ji wan kir ku, kongresa Emerîkayê jî vê pirsê minaqeşe bike wan karesatên gelê kurd weke anfal û kîmniyabara Helenceyê bi jênosîda nas bike, ”îsal herêma Kurdistanê 25 saliya enfal û kîmiyabarana Helebceyê bîranî, em di wê baweriyê de ne ku, cîhan êdî rê nade careke din çekê kîmiyayî bikar bêt. Lê mixabin, çekê kîmiyayî li Suriyeyê hatiye bikaranîn û ev yek jî pêwîstiya naskirina jênosîdaya gelê kurd ji aliyê civaka navdewletyî ve zêdetir dike.”
Şendeya herêma Kurdistanê digel sefîrê berê yê Emerîkayê li Îraqê, serokê peymangeha Waşîngton, serokê peymangeha Rojhilata Navîn, peymangeya Hotson û çend bîrmendên din yên Emerîkayî civiyan.
Felha Mistefa digel Cakson Dehlî çefredaksyonê guşeya nivîskaran li rojnameya Waşîngton Post civiya. Herwesa Mistefa hevpeyvînbeke dirêj digel HBO encam da.
Her li Waşîngtonê, Felah Msitefa û Beyan Samî digel Namiq Tan sefîrê Tirkiyeyê yê li Amerîkayê civiyan û di civînê de rewûşa siyasî û amnî ya Îraqê û rewşa aloza Suriyeyê gotûbêj kirin.
Şandeya herêma Kurdistanê digel Reçard Fontaynî serokê senterê nû yê asayîşa Emerîkayê civiyan û behsa rewşa siyasî û asayîşa Rojhilata Navîn û bûyerên Suriyeyê kir




