John Kerry: Divê Esed di destpêka pêvajoya veguhêz de biçe

Ajans-KDP.info/ Piştî hevdîtina ligel hevtayê xwe yê Rûsî,li Cenêvê, wezîrê derve yê Amerîka John Kerry ragihand ku her du alî rijd in ku bi hev re li ser destpêşxeriya derbarê çekên kîmyayî de kar bikin û hêvîdar in ku bizavên wan aştî û aramiyê bînin vê Herêma aloz ji cîh
Kerry diyar kir ku wî ligel wezîrê derve yê Rûsyayê, Sergui Lavrov lihev kiriye ku di 28ê vê mehê de li New Yorkê li hev bicivin da ku demeke nû ji bo kongreya Cenêv 2 destnîşan bikin.
Rojnameya El-Hayat li ser zarê hinek çavkaniyên agahdar aşkere kir ku Kerry li Cenêvê tekez kiriye ku divê Esed di destpêka pêvajoya siyasî yaveguhêz de ne ku di dawiya wê de biçe.
Ji aliyê xwe ve, wezîrê derve yê Rûsya, Sergui Lavrov careke din tekez kir ku welatê wî bi kongreya aştiyê pabend û bang li hemû pêkhateyên Sûriyê kir da ku di kongreyê de beşdar bibin.
Ji aliyekî dî ve serokê Fransa, François Hollande ligel wezîrên derve yên her sê welatên Erebistana Seûdî, Mîrnişînên Erebî û Urdunê derbarê rewşa Sûriyê de civiya.
Duh Di daxuyaniyekê de, serokatiya Fransayê ragihand ku ev hevdîtin derfetek bû ji bo guftûgokirina pêşhatên herî dawî yên kêferata Sûriyê û hevsazkirina helwestan ji bo qonaxa bê.
Di daxuyaniyê de, herwiha hatibû ku serokê Fransayê û mêvanên wî tekezî li ser wê yekê kirin ku girîng e fişar li ser rejîma Esed berdewam be da ku rê lipêş bikaranîna çekên kîmyayî bê girtin û diyaloga ji bo çareseriya siyasî bê destpêkirin




