26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Rejîma Sûriyê daxwaza Emerîka qebûl kir

Çavkanî: KDP.info

Ajans-KDP.info/ Rûsiya û Emerîka li ser pîlaneka dî ya li ser Sûriyê rêkikevtin û Rûsiya rejîma Esed razî kirî ye ku hemû çekên qedexekirî radestê Netewên Yekgirtî bike û li hember da Emerîka biriyara destêwerdana serbazî bo ser Sûriyê bidete ragirtin.


Li bajêrê san pîtirsburg yê Rûsiya Sîrgêy Lavirov wezîrê derve yê Rûsiya û con kêrî wezîrê der ve yê Emerîka li ser rewşa Sûriyê kombûneka du qolî sazkirin û di kombûnê da wezîrê der ve yê Rûsiya diyar kir ku li dûv belgeyên li ber destê wan û raporta destpêkî ya şandê netewên yekgirtî rijêma Sûriyê çekên qedexekirî bikar ne înaye û got: "lê em agahdarîn ku di destê dewleta Sûriyê da çekên kîmiyawî hene û heta niha bikar ne înaye."


Sîrgêy Lavirov herwesa diyar jî kir ku rosiya rijde hevkarî û harîkariya dewleta Sûriyê li dijî komên çekdar bike û got: "bo ku alozyên Sûriyê li hemû rojihelata navîn belav nebe pêdivî bi diyalogê heye çunku bi rêya şerî û operasiyonên serbazî çi pirsek çare nabe."


Lavirov di pişkeka dî ya axivtina xwe da ji con kêrî xwast ku pîlana hêrişa ser Sûriyê rawestînin û li hember da jî ew dê wek rosiya dewleta Sûriyê razî bikin ku hemû çekên qedexekirî radestê netewên yekgirtî bike.


Con Kêrî wezîrê der ve yê Emerîka piştî gengeşeya li gel serokê Emerîka Barak Obama razîbûna emerîka li ser pêşiniyaza rusiya diyar kir û ragehand ku heke rijêma Sûriyê hemû çekên qedexekirî radestê Netewên Yekgirtî bike wî demî Emerîka dişêt operasiyona serbazî ya li dijî rijêma Esedî bidete ragirtin.


Ji aliyê xwe ve peyvdarê rijêma Esedî di daxuyaniyekî da ragehand ku heta niha wan çekên kîmiyawî li dijî çu aliyekî bikar neynayne û di destê komên çekdar da çekên kîmiyawî hene û ji Suwdyê çekan wergirtine û li heleb û Şamê bikar înayne û got: "lê di destê me da jî çekên kîmiyawî hene û heta niha me bikar neynayne û bi destpêşxeriya Rûsiya em berhevîn hemû çekên kîmiyawî radestê rosiya û netewên yekgirtî kin."

Nûçeyên têkildar