Elî Edîb Ji Ber Malikî Dev Ji Partiya Deve Berda

Evro kesê dudiyan ya partiya Dewe Elî Edîb ragihand ku, jiber siyasetên Serokwezîrê Îraqê Nûrî Malikî dev ji partiya han û lîsteya dewleta qanûnê berdaye.
Çavkaniyeke nêzî Elî Edîb eşkere kir ku, beriya demekî çendîn car Elî Edîb di warê siyasî de şîret li Malikî kiribû daku, di warê siyasî de hinek nêzîkatiyên xwe baştir bike lê Malikî şîretên Edîb cidî negirtiye niha jî Edîb jiber siyasetên şaş yên Malikî dev ji Serokatiya partiya Deve û herwiha dev ji lîsteya dewleta qanûnê berdaye.




