26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Barzanî û Çeleb kirîza siyasî û emnî ya Iraqê nirxand

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr KDP.info/ Nêçîrvan Barzanî serokê hikûmeta herêma Kurdistanê, Duhî li bajarê Hewlêrê pêşwazî li Ehmed Çelebî serokê Kongreya Niştimaniya Iraqê kir û rewşa siyasî û emnî ya Iraqê nirxand.

Di civînê de, kirîza siyasî û emnî ya Iraqê behis kir û her du alî li ser wê yekê hevfikir bûn ku, kirîza siyasî û emnî ya Iraqê xizmeta Iraqê û pêkhateyên wê û paşroja wê nake û tekîd li ser arambûna rewşa siyasî û kontirolkirina rewşa emnî, îstîqrar, aramî û emnieyta hemû deverên Iraqê kir.

Têkeliyên navbera her du aliyan û çareserkirina pirsên hilawîstiyên navbera Hewlêr û Bexdayê bi rêya diyalog û bi aşitî mijareke din a civînê bû. Barzanî û Çelebî hevfirkir bûn ku, normalbûna têkeliyên navbera Hewlêr û Bexdayê û çareserkirina tev arîşeyan di xizmeta tevaya Îraqê û pirosesa wê de ye.

Serokwezîrê Kurdistanê û serokê Kongreya Niştimaniya Iraqê rewşa Sûriyeyê û tesîra wê li ser rewşa Iraqê û ya herêmî bi tevayî, minaqeşe kir û hêvê xwestin rewşa aloza Sûriyeyê bi berjewendiya gelên surî de bidawî be û ew welat aram bibe.

Nûçeyên têkildar