26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Înistîtuya Krakov li Poloniyayê lêkolînên tyabet bi kurd û zimanê kurdî dike

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info/ Nêçîrvan Ehmed serokê dîwana serokatiya civata wezîrên hikûmeta Kurdistanê, duhî li bajarê Hewlêrê pêşwazî li Roman Cantîkîvîç konsulê Poloniyayê yê herêma Kurdistanê û şandeya pê re kir.

 Di dîdarekê de behsa têkeliyên navbera Kurdistan û Poloniyayê hat kirin û konsulê Poloniyayê got ku, hebûna Poloniyayê li herêma Kurdistanê bo deheke yekem ji sedsala borî vedigere dema yakîneyeke serbazî ya poloniyayî wextekî li Kurdistanê mabû. Herwesa di anava salên heftî û heştiyan jî çend şareza û pisporên poloniyayî di çend warên cihê de li herêma Kurdistanê kar kriye.

 Konsulê Poloniyayê got ku, welatê wî giringiyeke taybet bi gelê Kurd didie û ”Înistîtuya Krakov li Poloniyayê lêkolînên tyabet bi kurd û zimanê kurdî dike û ew, piştî Almaniya û Fransayê, sêyemîn peymangeh e... Konsulxaneya me li herêma Kurdistanê li ser xebat û çalakiyên xwe berdewam e û yekem welat bû vîzayê bi hevwelatiyên Kurdistanê bide.

 Ji aliyê xwe ve serokê dîwana serokatiya civata wezîrên Kurdistanê got  ew kêfxweş in ku, herêma Kurdistanê cîyê giringîpêdana welatê Poloniyayê ye û herêma Kurdistanê jî dixwaze têkeliyên xwe bi Poloniyayê re berfirehtir bike.

Nûçeyên têkildar