26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Obama ji Kongirêsa Emerîkayê xwest dangdanê paşve bixe

Çavkanî: KDP.info

Ajans-KDP.info/ Serokê Emerîka Barack Obama aşkere kir ku wî biryara paşxistina danûstandinên Kongresê derbarê lêdana Sûriyê de daye da ku demeke bêhtir bide hewlên dîplomasî.

 

Barack Obama di gotarekê de, ku arasteyî gelê Emerîka kir, got eger Emerîka û civaka navneteweyî li hember bikaranîna van çekan ji aliyê rejîma Sûriyê ve der nekevin, dibe ku ev çek bibin metirsî li ser hevalbendên Emerîka mîna, Tirkiyê, Urdunê û Israyîlê.

 

Serokê Emerîka Obama got bi sedema gefa leşkerî û danûstandinên ku ligel serokê Rûsya Vladimir Putin kirine, Rûsya projeya xistina çekên kîmyayî yên Sûriyê jêr kontrola navneteweyî de pêşkêş kir.

Nûçeyên têkildar