Li Emerîkayê Mistefa beşdarî di festîvala kulrutî ya kurdî de kir

Emerîka-KDP.info/ Felah Mistefa berprisê têkeliyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê digel Beyan Samî nûnera hikûmeta Kurdistanê li Brîtaniyayê û sitafê nûneratiya hikûmeta Kurdistanê li Emerîkayê beşdarî di duyemîn festîvala kulturî ya kurdî li bajarê Naşvîl kir.
Di merasima vekirina festîvalê de, berpirsê têkeliyênderve peyevk pêşkeş kir û di peyva xwe de silavên hikûmeta Kurdistanê gihandin beşrabûyên festîvalê û got ku ew festîval ji bo nasandina kultur û ferhenga kurdî bi b iyaniyan re û çêkirina têkeliyên kulturî û rewşenbîrî digel gelê Emerîkayê gelek giring in.
Mistefa di peyva xwe de behsa rêxistin û yekrêziya nav mala kurdî kir daku bikaribin bi hev re sud bi revebda kurdî bigehîn in û ji bo xurtkirina peywendiyan digel saziyên bajarê Naşvîl bi yek deng kar bikin.




