Human Rights: Rêjîma li hemberî êrişa kîmyayî berpirsyare
__2013_09_10_h13m23s19__GH.jpg)
Ajans-KDP.info/ Rêxistina Human Rights Watch (HRW) rêjîma Beşar Esed bi wê yekê tometbar kir ku çekên kîmyayî li dijî şervanên opozîsyonê bikar aniye.
Li gor ajansan, rêxistina (HRW) di raportekê de ku piştî çend encamdayîna lêkolînekê derxistiye ragihand ku, nîşanên bihêz di destê wê de hene ku hêzên rêjîma Sûriyê di 21 tebaxê de bi gaza jehrî êrişî şervanên opozîsyonê kiriye.
Rêxistinê diyar kir ku, piştî wergirtina zanyariyên ji şahidên li ser bûyerê û her wiha ji çavkaniya êrişna û bermayên çekên ku bikar hatine û tomara pizîşkî ya qurbaniyan, ew gihiştine encamekê ku rêjîmê çekên kîmyayî bikar aniye.
Hêjayî gotinê ye di êrişa bi gaza jehrî de ku di 21 tebaxê li navçeyên rojhilatê Şamê payexta Sûriyê de pêk hat, bêtirî 1400 kesan jiyana xwe ji dest dan




