D. Ehmed Dizayî: gotarên serokê hukûmetê dibe bi karnameya zanîngehan

Serokê zanîngeha Selahedînê D. Ehmed Dizayî, di derbarê gotarên serokê hukûmeta herêma Kurdistanê de li dêrendazeya xûla derkeftîyên zanîngeh û peymangehên Kurdistanê de, tekezî li ser evê çendê kirîye, ku " pêwîsta desthilatek serbixwe bi zanîngehan bihê dan û damezrandina wê jî gerek li ser bingeha zanistî be".
Di evê derbarê de D. Ehmed Dizayî ji siteya KDP re ragihand, ku gotarên serokê hukûmetê ji me re pir dilxweşker bû bi taybetê derbarê pêdana desthilateka serbixwe bo zanîngehan.
Herweha got, eve çend salin em ji destê nebûna desthilata temama zanîngehê dinalînin, ji ber evê çendê dema ku serokê hukûmetê daxwaz ji me kirîye ku ewê desthilateka temam bidine me, eve mizgîneka pir dilxweşkere, ji ber ku em dikarin li ser evê bingehê kar bikin bo bilindkirina asta zanistîya xwendinê.
Herweha got, axaftinên serokê herêma Kurdistanê dibe karnameya zanîngehan û di demên tê de kar li ser evê sîstemê tê kirin.




