26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Nêçîrvan Barzan: Divê qanûnek ji bo avakirina herêmên pîşesazîyê hebe

Çavkanî: KDP.info

Duhî roja yekşemiyê encumena bilinda aboriya Kurdistanê, bi amadebûna Îmad Ehmed cihgirê serokê hukûmetê bi serokatiya Nêçîrvan Barzanî serokê hikûmeta herêma Kurdistanê li bajarê Hewlêrê kombûnek saz kirin.


Di kombûnê de çewaniya birêveçûna kar û çalakiyên kompaniyên dilniyayî yên ku li herêma Kurdistanê kar dikin, hat nirxandin û kêmasî û ew pirsgirêkên rû bi rûyê karê wan kompaniyan dibin, bi taybetî nebûna qanûneke taybet bo rêkxistina karê kompaniyên diliniyayî hat minaqeşe kirin.


Di vê çarçoveyê de, Nêçîrvan Barzanî tekîd li wê yekê kir ku, ji bona rêxistina kar û çalakiyên kompaniyên dilniyayî divê qanûnek hebe ku kar û çakaliyên wan kompaniyan organîze bike. Herwesa serokê hukûmetê biryar da ku, Dîwana Diliniyaî li herêma Kurdistanê ku, cîyê kompaniyên diliniyayî bigire, bê vekirin û serperiştiya karê dilinyayî bike.


Mijareke din a civînê taybet bû bi vekirina borsaya Hewlêr. Piştî konseya borsaya Îraqê li ser vekirina borsaya Herêma Kurdistanê li Hewlêrê razî bûy, di civînê de biryar hat dan ku, kompaniyeke hevbeş berprisiyariya borsayê bigire ser xwe û komîteyeke hikûmî ku, ji 5 kesan pêk bê serperiştiya karên borsayê bike. Ji bilî vê jî, biryar hat dan ku kompaniyeke biyanî a şareza û pispor di warê karên borsayê de bo dema18 mehan serperiştiya bazarê borsaya Hewlêrê bike û karmendên wê perwerde bike. Borsaya Hewlêrê di bi borsaya Îraqê û bazarên welatên cîran ve bê bestin.


Avakirina herêmeke industrî li Hewlêr ku, tê de gelek kargeh û fabrîkayên cuda têda bên avakirin, mijareke din a civînê bû. Di vî warî de serokê hukûmetê Nêçîrvan Barzanî got ku hikûmet giringiyeke ber bi çav bi warê pîşesazî û binyatdanan infrastruktura pêşesaziya herêma Kurdistanê dide.


Herwesa biryar hat dan ku li rojavayê Hewlêrê herêmeke berfireh a industrî bê avakirin û zevî ji bo wan kargeh û fabrîkeyan bê peyda kirin yên ku pêştir ji aliyê berhemînerên navxweyî û biyanî ve daxwaza avakirina kargeh û fabrîkeyan pêşkeş kiribû.
Her di civînê de biryar hat dan ku, herêmêm pîşesazî li Duhok, Silêmaniyê û Germiyanê jî bên avakirin.


Mijareke din a civîna encumena bilinda a aboriya Kurdistanê minaqeşekirina cîbicîkirina pirojeyên stratejîk bû bi sîstema hevbeşa sektora vgiştî û sektora taybetî ku bi (PPP) tê nas kirin. Sektora giştî, hikûmet, bi hevbeşî digel sektora tyabet bi wextekê dom dirêj bihevre çend pirojeyên stratejîk cibicîdikin.
 

Nûçeyên têkildar